Serrûpel Nûçe Doza “an hebûna Xwedê îspat bike an jî…“

Doza “an hebûna Xwedê îspat bike an jî…“

Belav bike
Vasilly Melniçenko, sûretvanê Rus, di derheqê Dêra Ortodoks a Rusyayê de doz vekir. Melniçenko ji dêrê dixwaze ku an bila hebûna Xwedê îspat bikin an jî bila bi sûcê xapandinê (firîwkirinê) bêne darizandin.
Li gorî nûçeya rojnameya Komsomolskaya Pravda, sûretvan Melnîçenko, bi îdiaya, “bi îstismar kirina baweriya gel qezenç bidestxistinê” doz vekiriye. Melnîçenko, di daxwaznameya ku daye dadgehê de cîh daye ev îfadeyana: “Di wextekê de ji bo min 10 ruble dane dêrê û ez hatime waftîz kirin.
Li gorî vê hate wadkirin ku Xwedê ê min biparêze, melekê Xwedê ên alîkariya min bikin, duayên pîroz wê min û malbata min li dij xerabiya biparêze. Min bi van tiştana bawer kir ku tam 15 sala li dêrê îbadet kir. Min pere dane ayînan. Min li dêrê danûstendin kir, pere bexşandine dêrê.
Di nav salekê de  min 400 dolar bexşandiye dêrê. Lê şûna aramiya ku ji min re hate wadkirin, min tenê derd û kul û nexweşî kişandin.”
Sûretvan Melniçenko ji dadgehê dixwaze ku ger dêr hebûna Xwedê îspat neke, bila îlegal bê îlankirin.