Serrûpel Nûçe Komên çekdar Serêkaniyê terk dikin

Komên çekdar Serêkaniyê terk dikin

Belav bike

Komên çekdar yên bi navên wek Guraba El Şam û El Nasur, di nav xwe de îro civiyan û biryara xwe ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re eşkere kirin ku wana wê îro Serêkaniyê terk bikin. Ev komên çekdar yên çete, ku ji aliyê Tirkiyê ve tên destek kirin, çend roja bi YPGê re şer kiribûn û gellek mirinên wan çêbûbûn. Piştî wendahiyên zêde, komên çete ji YPGê agirbest xwestibûn. YPGê jî bi şertên Serêkaniyê terk kirina wan ji bo 2 roja agirbest îlan kiribû. Maweya agirbestê îro tije bû. Komên çekdar hîn ku maweya agirbestê bi dawî nebûbû, lihev civiyan û biryar girtin ku Serêkaniyê terk bikin. 
Li ser navê komên çete, nûnerekî wan li ser sînor, bi Erebî daxuyanî da ku wana wê îro Serêkaniyê terk bikin. Nûnerê çeteyan yê ku daxuyanî da, bang li endamên xwe yên ku reviyane Serêkaniya Rihayê jî kir ku vegerin û beşdarî wan bibin.