Serrûpel Nûçe Kurd ji morkirina peymanên çekan natirsin

Kurd ji morkirina peymanên çekan natirsin

Belav bike
 Li gor rojnameya Şerq El Ewset, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di rûniştineke ligel çapemeniyê, hinek rewşenbîr û nivîskar re li ser pêşketinên dawî sekinî. Serok Barzanî di vê rûniştinê de diyarkir ku “Ez ne li dijî bihêzkirin û pêşketina şiyanên artêşê me, lê ez li dijî wê me ku artêşa kesekî yan aliyekî hebe û ne li gorî destûra Îraqê be.” Her weha Serok Barzanî got ” Kurd ji morkirina (îmzekirin) peymanên çekan ji bo artêşa Îraqê natirsin lê ji mejiyê li pişt wan çekan e ditirsin.” Serok Barzanî bal kişand ser bûyerên sala 2008’ê û got “Nîşanên neyînî yên Malikî li dijî gelê Kurd û serokayetiya wê li sala 2008’an dema bûyerên Cilola û Xaniqîn çêbûyîn û leşkerên artêşê şandî wir diyar bû, lê hêzên pêşmerge hişiyar bû nekeve beramber artêşê da xwîna yekî Îraqî nerje, her ji wê demê pirsgirêka despêkir komî ser hev bibin taku bi ragihandina Operasyonên Dîcle re teqiyan.” Serokê Herêma Kurdistanê behsa destpêka avakirina artêşa Îraqê kir û got “Piştî hilweşîna rejîma berê, Serokên Kurdan lez dane avakirina artêşê ku di demeke wisa de bû  ne şîîa û ne sûne diwêrîn li ser pirseke weha bisekinin. Lê me guman dikir ku pêdiviya Îraqê bi artêşeke xurt heye ji bo xwe biparêze û bi taybet piştî diyarbûna gefxwarinên terorî li dijî avakirina Îraqa nû a demokratîk, lê mixabin bûyerên bûyîn hêla ev qeyrana bi artêşê re çêbibe ku li demeke tê xwestin ev artêş ya hemû Îraqiyan be û parastina hemû erdên wê bike.” Serok Barzanî di axivitina xwe de behsa vekişîna qonaxa hêzên Emerîka jî kir û got “Li dema vekişîna hêzên Emerîka ji Îraqê, tirsa hinek serokên Kurdan hebû li ser rewşa Kurdan, bi taybetî li ser deverên veqetiyayî, lê min tim ji gelê Kurd re teqez kir ku Kurd dê li ser erda xwe bimînin, û ev artêş yan artêşa din dê bê û biçe û dê gelê Kurd bedel çi dibe bila bibe li ser erda xwe bimîne û pêve girêdayî be.” Her weha Serok Barzanî got “Ez pê bawer nînim bi hebûna artêşê li yek welatî, ji ber ku bi birûskekê ji rêveberiya xwe dê tiştên xwe kom bike û biçe û yê bimîne gel e. Û me hêvî dikir ji birêz Malikî ku parêzvanê gelê Kurd be di warê siyasî û navnetewî de be li ser bingeha ku têkiliyên Kevin me bi hev ve girêdide, lê mixabin ev hemû pirsgirêkên derketîn li ser dema desthilatdariya wî bû bû sedema vê qeyrana mezin.” Her weha Serokê Herêma Kurdistanê teqez li ser peyamanên petrolê kir ku hemû peymanên hatine morkirin li gor destûrê ne. Serok Barzanî der barê vekişandina baweriyê de a ji Malikî got “Pêşniyariya vekişandina baweriyê ji Malikî ne ya min bû, hemû aliyên tevlî civînên me bûyîn di wê vê qonaxê de ev yek weke çareserî dîtin û ez jî li dijî wê nederketim.” Serok Barzanî der barê Hêzên Operasyonên Dîcle de jî got “Avakirina vê serokatiyê nedestûrî bû û hemû qanûnzan vê yekê teqez dikin. Malikî texmîn dikir, nakokiyên di mijara vekişandina baweriyê de dê fersenda vir de û wê de jeer çêke û Operasyona Dîcle ragihand û li ser ku Malikî soz dabû kek Celal Telabanî ku Operasyonên Dîcle rawestîne lê berdewam kir, me jî ev yek redkir û pirs ne pirseke kesayetiye ku heta ez bi tena xwe pê rabim, ev pirseke bi miletekî ye û nikarim çavê xwe jê re bigirim. Û encam çi dibe bila bibe em ji mijara vê Serokayetiyê nayên xwar û divê raweste.”

 

Avestakurd