Serrûpel Nûçe Arşev berî mirina xwe çi got?

Arşev berî mirina xwe çi got?

Belav bike

Duzen wiha dinibisîne:

Nivîskar û helbestvan Arșev Oskan îșev(25.11.2012) saet di 22.16 de li nexweșxaneya Elmshornê(Almanya) çû ser dilovaniya xwe. Ez berî bi rojekê li ba wî bûm. Bi hestin lihevhatî û aram dixwest ji vê dunyaya ku van salên dawî hișt ew gelek êșê bikșîne koç bike. Di van peyvên xwe re ji min re got:“Arjen Arî, zû çû. Nexweșiya wî dom nekir, wisa baș bû, xuya ye ya min ê hîn hinekî bajo“
Berî bi wefata wî bi çend xulekan kêliya ez çûm cem wî, xatir ji kevaniya xwe dixwest. Ne wê dixwest ew here ne wî nefesa dawî dida. Min ji kavaniya wî tika kir ku wî rehet berde, ji ber min zanbû ew di rewșeke aram de dixwaze ji nav me here. Bi sistkirina destên diya sê zarokên wî re șewqek vêket, çirak ji wêjeya kurdî vemirî.
Arșev ji min re bîranînên bi ken û helbest hiștin. Oxirbe kekê min!