Serrûpel Nûçe Arşevê Oskan wefat kir

Arşevê Oskan wefat kir

Belav bike

Arşevê Oskan, ji rojavayê Kurdistanê ye. Ev demeke dirêj bû li hember pençeşêrê li berxwe dide.

Bila serê gelê Kurd û malbata wî sax be.

Arşevê Oskan kî bû?

Ew bi xwe xwe dinasîne:


Di sala 1967 an de , li gundê Bîrkinêsê, di navbera bajarê Dirbêsî û Serêkaniya binxetê de ji dayik bûme. Li gundê me ji bilî zimanê kurdî nayê axaftin, dayika min heyanî ku koça dawî kir jî hînî zimanê erebî nebû. Bavê min bi sê zimanan zanîbû kurdî erebî û tirkî. Dibe ku ji sedema zimanê dayikê be, zimanê kurdî li cem min, tu toz nehat ser û pîrozbahiya xwe bi xurtî parast. Dê û bavê min, wek hemû malbatên Kurd bi jiyana çandinî û xwedîkirina heywanan ve mijûl dibûn, bavê min ji êl û eşîra Azîzan e, herweha gundê me ji 120 malbatan pêk tên û piraniye wan, ji mala Oskan in, Oskan bavekî mala Bozo ye, û Bozo jî, yek ji şaxên êla Azizan e.
Min xwendina xwe ya despêkê (seretayî) li gundê xwe kir û ya navçeyî li bajarê Dirbêsiyê û herweha lise li bajarê Hesiça.
Di sala 1988 an de ez ketim nav leşkeriya Sûrî ya ku bi darê zorê herkes didan ber xwe û ew dajotin leşkeriyê. Min leşkeriya xwe li ser derya sipî li ser pişta keştiyan derbas kir, li bajarê Latakiyê, başûrê Eskenderonê, heyanî 1991 ê ez jê rizgar bûm û vegeriyam gundê xwe.



Berhemên min yê piştî leşkerîye piranî helbest bûn di pirtûka min î yekem “Hêviyên Birîndar ” de sala 1995 an de cîh girtin. Helbestên min yê piştî sala 1995 an, di pirtûka min î duwem de, bi navê “Kê Gul Çinî?” di sala 1999 an de çap bûn.
Lê mixabin ji ber sedemên teknolojîyê pir şaşî û kêmasî di rûpelên wan de peyda bûn. Min xwest ez wan herdu pirtûkan û ya sisyan ”Awazên Evînê 2012” bikim wek yek pirtûk û bi hev re çap bikim. Ev berhem, di baweriya min de, dê têkeve nav destên gelek hunermendan û dê sûde ji wan bêne wergirtin.
Berhema min ya sisyan “Berbang Qedexe ye” di sala 2001 ê de, bi helbestên serbest çap bû, û bû yek ji weşanên kovara Zevî. Di sala 2001 de me biryara derxistina govara zevî da, ez bûm sernivîserê wê. Heyanî dawiya 2003 an 10 hijmar jê derketin û bi derketina min î ji welêt, ew jî rawestiya.
Di sala 2010an de pirtûkek min î din a helbestan bi navê ‘’Xewnistan’’ ji weşanên Do derket.
Her wiha berî wê wextê min dest avêtibû romanê, û ji weşanên Do di sala 2010an de romana min ya yekemîn ‘’Keştiya Penaberan’’ derket.
Niha li Elmanya dijîm, bavê sê zarokan im, du kur û keçek. Di sala 1996 an de zewicîme.
Arşevê Oskan


Beşekî ji berhemî Arşevê Oskan di malpera AVESTA KURD de bixwînin

Malpera Arşevê Oskan