Serrûpel Nûçe Başbug: Li gorî min PKK biserket

Başbug: Li gorî min PKK biserket

Belav bike
 Di vê hevdîtina (17’ê Cotmeha sala 2008’an) ji aliyê Cangîz Çandar ve pêkhatî, Serfermandarê Tirk yê berê Başbug di mijara PKK’ê de dibêje ku wan şaşitî kir û dibêje “Me bi gotinên em ê biçewsînin, tune bikin û weke wan axivtin, hêviyek bi gel re çêkir. Lê ew bi xwe, rêxistinên weha bi temamî xilas nabin. Ya girîng daxistina PKK’ê heta asteke ku bê qebûlkirin. Nimûne, rêxistina DHKC’ê ne gefeke cidî ye heta ku bê behskirin.” Û dibêje ku ‘PKK’ê tevegereke gundiyaye.’ Başbug weha berdewam dike û dibêje “Li ser her tiştî re di pirsa Kurdî tucarî nebû pevçûna Kurd û Tirkan. Lê dibe ku ev pevçûn çêbûbane.” Li ser pirseke nivîskar Cengî Çandar ku gelo PKK’ê bi serketiye? Başbug dibêje “Belê, li gorî min PKK’ê biserketiye. Li dora 40 hezar kesan di nava 25 salan de mirin. Li dora 5 hezar leşker, polîs, cerdevan şehîd ket. 5 hezar hemwelatî, li dora 30 hezar ji aliyê dijber, hate kuştin, yan hate girtin, radest bû yan ji refê xwe qutbû. Ango, 30 hezar kes ji aliyê dijber hate beralî kirin. Ev çi ye? Di salê de tu zêdeyî hezar kesî ber alî dike. Ev ji bo artêşeke ku xwe li gorî şer amadekiribe serkeftineke mezine. Li dema ku rêxistin di zîrvê de bû hejmara çekdarên xwe li dora 6500 kesan bû. Niha jî ewqase. Li ser vê serkeftina leşkerî re, rêxistin hêza xwe ya çekdar diparêze.”

 

Avestakurd