Serrûpel Nûçe Sernûser û Xwediyê Kovara Zevî Arşevê Oskan

Sernûser û Xwediyê Kovara Zevî Arşevê Oskan

Belav bike


Sernûser û Xwediyê Kovara Zeviyê Arşevê Oskan:

“Zevî di kovargeriya kurdî de heyamek e!.. “*

 

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

Arşevê Oskan yek ji nivîskar û helbestvanê kurdê başûrê rojava ye ku nêzîkî 25 sal in xemxuriya zimanê kurdî/kurmancî dike. Di sala 1967’an de li gundekî bi navê Bîrkinêsê ya bi ser Dirbêsiyê ve ye  hatiye dinyayê. Oskan ji sala 2004’an ve li Hamburga Almanyayê jiyana xwe berdewam dike.

 

“Hêviyên Birîndar,  helbest, 1995”, “Kê Gul Çinî, helbest, 1999”, ”Berbang Qedexe ye”, helbest, 2001”, berhemên çapkirî yên Arşevê Oskan in.

 

Gava Kovara Zevî tê gotin, Arşevê Oskan tê bîra kurdînûs û edebiyathezan. Oskan yek ji avakar û rêveberên Kovara Zeviyê bûye ku ev kovar li nav kurdên başûrê rojava an kurdên Sûrî baş tê naskirin. Zevî, di navbera salên 2001-2003’yan de, di nav şert û mercên dijwar de 10 hejmar pêşkêşî xwînerên xwe dike.

 

Arşevê Oskan, li ser kar û xebata Kovara Zeviyê pirsên me bersivandin…

 

 

***

 

Ezbenî Kovara Zevî; yekem car li ku çap bû?

 

Kovara Zevî, yekem car li Birkinêsê ango li gundê ku ez lê ji dayik bûme, ji dayik bû û hejmara yekem li ser du kompîter û dû amûrên çapê çap bû. Ya rast, hejmara yekem, hema bêje wekî hejmara ceribandinê bû, da ku em di wê de derfetên xwe binasin, bê emê karibin berdewam bikin an na? Me dît ku emê bikarin, lewre li ser wê binyadê, me berdewam kir. Ji sê mehan carekê, hejmarek derdiket.  

 

 

We ji hejmara yekem çend heb çap kirin?

 

Bi sedema ku tu sazî û partî li pişt me nebûn, me hejmar kêm çap dikirin. Baş tê bîra min, hejmara yekem tenê dused hejmar çap bûn. Me li gor wî dused hejmarî imkanên xwe pîvandin, em hizirîn ku em bi du caran bi qasî wan çap bikin jî wê baş belav bibe. Helbet belavbûna wan jî tenê li nav rewşenbîr û saziyên kurdan bû. Her ku çû me hejmara çapê zêdetir kir. Heta hejmara dawiyê gihişt 800 hejmarî.

 

 

Çend hejmar derketin, weşana xwe ji kengê heta kengê domand?

 

Roja ku ez, Xemgînê Remo û Îsa Oskan ku hinek xwendina wî di bikaranîna komputerê de hebû, me biryara derxistina kovarê wergirt, roja 10.02.2001’ê bû û me ew roj wekî rojbûna kovara Zevî destnîşan kiribû. Lê hejmara yekem di dawiya adara 2001’ê de derket û belav bû. Ji sala 2001 heta dawiya 2003’an 10 hejmar derketin. Sê mehî bû. Me giranî dida ser pirsa periyoda wê, ji ber ku ev pirs xemsariyeke mezin li cem xwendevanên me çêkiribû. Kovarên me hebûn ku li ser wan “demsalî” ango “3 mehî” dihatin nivîsandin, lê ji sê salan carekê dernediketin. Bi vî awayî, di nav dijwarî û awayeke nîvdizî de em gihan dawiya 2003’yan.

 

 

Kesên tê de dinivîsand kî û kê bûn?

 

Ez jî, hevalê min jî em yek bi yek li nav nivîskaran digeriyan û me berhem ji wan dixwestin. Gelek ji wan nivîskaran, bi riya telefonan, ji vê xebatê haydar dibûn. Kesên ku li welêt dijîn tê de dinivîsand. Bêwar Brahîm, Mihemed Seyid Husên ku ew jî vê dawiyê bû yek ji endamê komîta kovarê û Berzo Mahmûd, Deham Ebdulfetah, Konê Reş, Dîlawerê Zengî, Ferhadê Îçmo, Diya Ciwan, Ciwanê Evdal, Baran Baravî, Anahîta, Xemgînê Remo çend nav in ku di kovarê de berhemên wan ên hêja hatin weşandin. Helbet ji derve jî, gelek caran berhem ji me re dihatin. Heta ji me dihat me cih dida berhemên wan jî. Bo nimûne, Bavê Berzan ji Pirtûkxaneya Kurdî ya li Swêdê, Qado Şêrîn, Welîd Murad, Mistefa Reşîd, Selîm Biçûk, bi keda xwe tevli Zeviyê bûne.

 

 

Rêveberên kovarê kê bûn?

 

Ev pirs ji bo derxistina kovarekê û arşîvkirina wê gelekî giring e. Gelek caran kes qala van tiştan nakin loma jî piştî mirina wan kesên rêveber alozî û nakokî derdikevin û dibe cihê gelek xemsarî û gumanan. Ji ber vê sedemê min di nivîseke dirêj de behsa nimûneya Kovara Zeviyê û pêvajoya derçûna wê kiriye. Ez û Xemgînê Remo xwediyê hizra derketina kovarê bûn. Heta hejmara duyem ma, paşê çû. Lê vê dawiyê Mihemedê Seyid Husên û Mîdas heta dawiyê bi min re man. Hinek hevkarên me jî hebûn li deverên cuda. Xoşnav, Anahîta, Masûd Akko. Tevahiya aboriyê li ser pişta min bû. Her wiha nivîsende û çapker jî, her ez bûm. Lê divê bibêjim ku di çend hejmarên pêşî de, Îsa Oskan alîkariya min kir. 

 

 

Bi qasî dizanim Kovara Zevî kitêb çap kirine, pêşbazî saz kirine. Ez ne şaş im ne wisa?

 

Wey siheta te xweş Kekê Salih, tu rast î… Ji bo xurtbûna pêwendiyên bi nivîskaran re, me biryar dabû ku em salê berhemeke bi zimanê kurdî çap bikin û biweşînin. Lê divê ew berhem bi zimanê kurdî bûya. Wê li ser hesabê kovarê bihata weşandin. Heta sêsaliya xwe û derketina 10 hejmaran, me pirtûkên Ciwanê Abdal (helbest), Arşevê Oskan (helbest), Anahîta (helbest) weşandin.

 

Her wiha, ji bo xurtbûna têkiliyên bi nivîskaran re, me xwest di her rojbûna Zevî de, ango salê carekê, çalakî li dar bixin. Wekî şevên helbestxwendinê, pêşbirkên çîrok, helbest û muzîkê û xelatkirina beşdaran. Li ser vê biryarê me “Pêşbirka Çîroka Kurdî” di sala 2002’yan de çêkir. Di wê pêşbirkê de, 16 çîrok beşdarî kir. Me komîteyek ji nivîskaran hilbijart. Ji bo hilbijartina çîroka yekem, me navê nivîskar ji bin nivîsê rakir. Komîteya me ji Ismaîl Ahmed Ismaîl (şanonivîs), Xalid Mihemed (lêkolîner), Fewaz Abdî (çîroknûs) pêk dihat. Bi amadebûna 15 nivîskaran Qado Şêrîn bû xwediyê xelata yelem a çîroka kurdî. Qado, li derveyî welat dijîya, me xelat gihand destê xwişka wî Gulê Şêrînê.

 

 

Zevî di nav şert û mercên çawa de dihate çapkirin?

 

Şertên ku li ser zimanê kurdî hatibû ferzkirin, li ser ziman û edebiyata Îsrailê nehatibû ferzkirin! Ji salên serxwebûna Sûrî ji bin nîrê Fransî, ango ji salên 40’î heta roja îro heftê sal derbas dibin. Hê jî zimanê kurdî qedexe ye û nayê pejirandin. Heta ji wan hatiye kurdan jî, bi her du destan zimanê kurdî zevt kirine. Ji ber vê yekê ye ku kurdekî başûrê biçûk bixwe jî, li mala xwe bi erebî napeyîve. Rewşenbîr û nivîskarên kurd, li rojava bi sedan pirtûkên kurdî çap kirin. Zevî jî yek ji wan berhemên ku bi zorê û di bin tahdîdan de dihate çapkirin û belavkirin. Me odeyek ji xwe re cihê kiribû û hemû alavên ku mirov karibe pirtûkan çêke, lê bi cih kiribû. Ji kompîturan bigire heta meqesên ku pê pirtûk têne birîn. Me ji tirsa kontrolê, piştî her 50 hejmarî, temam dikir, me ew direvandin cihekî din. Mirov dikare bibêje ku ew ode bibû pirtûkxaneyeke biçûk. Her ku wê hejmarek derketa hêzên ewlekariyê dihatin cem min, lê min xwe li tiştekî nedikir xwedî. Demên dawiyê tendirûstiya min nema rê dida van xebatan. Ez du caran ketim destê wan. Di destê wan de diketim rewşekî pir xerab ku neyê serê tu kesî.

 

 

Kovar bi fermî, bi destûrî dihate çapkirin an bi awayeke nehênî?

 

Di dîroka dewlata Sûrî de, bi awayeke fermî, tiştekî bi kurdî nehatiye çapkirin. Ez dikarim bi rehetî bibêjim rewşa girêdahî bikaranîna çand û azadiya nivîsa bi kurdî, ji her çar perçeyên Kurdistanê, xerabtirîn rewş, rewşa li başûrê rojava ye. Heta niha destûra belavokeke bi zimanê kurdî bixwe jî, nehatiye pejirandin. Rûpelek dikare bibe sedema ku xwediyê wê bi salan bê dadgehkirin û di zindanan de birize. Ligel ku rewş wiha ye, dîsa jî bi dehan pirtûk çap dibin. Ew jî zanin ev mafekî xwezayî ye ji bo me. Lê mixabin, heta ji wan tê nahêlin.  

 

 

Zevî çawa dihate belavkirin?

 

Me li her bajarekî, endamek an dostekî pêbawer peyda kiribû. Her ku hejmara nû derdiket, me para wî jê re dişand. Bi destan dihate belavkirin. Kovar zû belav dibû, ji ber ku bêpere bû. Me heta hejmara heştan bêpere belav kir, lê piştre me dît ku nabe, icar me nîv-sîstemeke abonetiyê saz kir.

 

 

Xwediyê naverokeke çawa bû?

 

Heta ji me dihat me xwe ne dispart mijarên siyasî û îdeolojîk. Me xwest kovara me bes bi wêje, huner, dîrok û ziman bê têrkirin.  Di her hejmarê de diviyabû koşeyek ji bo huner û hunermendekî/ê bê terxankirin. Di her hejmarekê de diviyabû li ser dîroka bajarekî kurdan nivîs hebe. Divê di her hejmarê de nivîsek li ser gramêra ziman û rastnivîsê hebûya. Heta ji me dihat, me dikir jî. Me beşek ji bo nivîskar û çalakiyan amade dikir.

 

 

Tiştên ku Zevî ji xwe re dikirin armanc çi bûn? Kovarên ku dabû ser şopa wan hebûn gelo?

 

Helbet karê rojnamegeriyê yan jî kovargeriyê li ser bingeh û ezmûneya dûr û dirêj bi pêş dikeve. Ji aliyekî ve ku ev pêvajo li dîwarekî raneweste, ji aliyê din ve ku bi xwe re tiştên nû, nifşên nûjen biafirîne. Li tevahiya dinyayê jî rewş wisa ye. Helbet me kovara Hawarê nedîta an me kovarên dane dûv wê şopê nexwenda, nepêkan bû, me  Zevî derxista. Heta ji me dihat, me dixwest em rengîntir bikin. Carinan me dersên zimên têde diweşand.

 

Niyeta te heye ku tu çapên wê jinûve çap bikî?

 

Helbet ev yek gelek caran di serê min re derbas dibe. Hema bi kêmanî wekî cildekê ji pirtûkxaneya kurdî re bima, wê pir baş bûya. Jê re aborî divê. Heger ev pirs çareser bibe, ez her deh hejmaran dikim cildek, tevî şaşiyan, sererast jî nakim…  

 

 

Tu bêriya xebata wan rojan dikî?

 

Çawa nakim? Karên ku mirov bi baweriya xwe bike pir şêrîn in. Karê Zeviyê ji bo min wiha bû. Zevî di kovargeriya kurdî de heyamek e. Di jiyanê de tiştên çawa ne dizanî? Tiştên wisa ku piştî mirinê min jîndar dikin û min ew di jiyanê de jî wekî name ji xwe re hilbijartine. Bêyî wan xebatan û deman ez ne tiştek im. Ew ji bo min bîranînên gelek şêrîn û dijwar in. Lê vegera wan rojan ne pêkan e…

 

Arşevê Oskan, siheta te xweş…

 

Xweştir!

 

salihkevirbiri@hotmail.com

 

* Rojnameya Rûdawê, Hejmar 20, Mijdar 2009, Köln (S.K)