Serrûpel Nûçe “Di rojeva me de çekdanîn tune ye”

“Di rojeva me de çekdanîn tune ye”

Belav bike

Bi minasebeta 34. salvegera damezrandina PKKê, Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, heypeyvîneke taybet da Stêrk Tv.yê û di gellek mijaran de nirxandin kirin. Di mijara çek berdana PKKê de jî Karayilan bersiv da daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan. Erdogan daxuyandibû ku ger PKK çekan berde kare li welatên din bicîh bibe.
Karayilan mijara çek berdanê wiha nirxand, “di rojeva me de çek berdan tine ye, em dixwazin zêdetir xwe biçekbûn bikin. Îro Rojhilata Navîn dikele û di nav tevliheviyê de ye. Em ê çima çekan berdin? Me ji bo çi çek hildan ku em îro çekan berdin? Ger Kurdên Rojava pêvajo zû ferq nekiribûna û hêzên xweparastinê amade nekiribûna îro wan derana wê bihatana tarûmar kirin. Di pêvajoyeke wiha de sedem çi ye ku em çekan berdin.”
Mûrad Karayilan ji bo çek berdanê jî ev formula pêşkêş kir, “ku îro dewleta Tirkiyê bibêje, ‘di destpêka avabûna dewletê de heta îro me neheqî li Kurdan kiriye. Em îro vê xeletiye qebûl dikin. Werin em çekan daynine aliyekî û bi diyalogê pirsgirêkên di nav xwe de çareser bikin’, em ê bibêjin hay hay, em bi vê re hene.”