Serrûpel Nûçe Fezlekeyên BDP’yiyan pêşkêşî meclîsê kirin

Fezlekeyên BDP’yiyan pêşkêşî meclîsê kirin

Belav bike

Fezlekeyên ku ji bo rakirina destnedayîniya 10 parlementerên BDPê hatibûn amadekirin, bi lez û bez pêşkêşî serokatiya meclîsê kirin. Fezlekeyên ku di derheqê parlementerên BDPê de hatine amadekirin, bi hinceta “alîkariya rêxistina terorê a çekdar kirine” hatine amadekirin. Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî çend roja berê diyar kiribû ku fezlekeyên BDP’yiyan werine meclîsê, ew ê ji bo rakirina destnedayîniya wan çi destê wan were wê bikin.
10 parlementerên BDP’yê yên ku tê xwestin destnedayîniya wan bê rakirin navê wan wiha ne: Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, Parlementera Amedê Aysel Tugluk, Parlementerê Bedlîsê Îdrîs Baluken, Parlementerê Colemêrgê Adîl Kurt, Parlementerê Wanê Nazmî Gur, Parlementerê Bedlîsê Husamettîn Zenderlioglu, Parlementerê Colemêrgê Esat Canan, Parlementera Stenbolê Sebahat Tuncel,  Parlementerê Agiriyê Halîl Aksoy û Parlementerê Mersînê Ertugrul Kurkçu.
Salan berê jî, di heyama tansu Çiler de, li meclîsê destnedayîniya parlementerên Kurd hatibû rakirin û ew şandibûn girtîgehê.