Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî: Kuştin ne di şerefê de ye

Nêçîrvan Barzanî: Kuştin ne di şerefê de ye

Belav bike
Di konferansê de Nêçîrvan Barzanî axaftineke watedar pêşkêş kir.

 

Barzanî di axaftina xwe de bal kişande ser zilm û zora ku li ser jinê tê kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî got ku kuştina jinê ne di şerefê de ye û kuştina jinê êrîşeke cidî ye li ser demokrasiyê.

Barzanî her wiha got ew karekî cidî li ser parastina mafê jinê dikin.

 

Nêçîrvan Barzanî her wiha ji hikûmeta Iraqê xwest ku bi vê hilmeta wan re bibe hevkar û alîkariyê bike.

 

Barzanî got di 4 salên dawiyê rêjeya kuştina jinan kêmtir bû ye.

 

Barzanî di axaftina xwe de behsa jinên Kurdên Sûriyê kir ku ji Sûriyê reviyane başûrê Kurdistanê got ku pêwîste girîngî bi wan were dayîn û li dengê wan were gihdarîkirin.

 

Di konferasê de nûnerên Neteweyên Yekbûyî, konsolxaneya Amerîka, Brîtanya, Swdê û çend welatên din yên Ewropa amade bûn.

 

Serokwezîrê Kurdistanê li ser kêşeya di navbera Iraq û herêma Kurdistanê de got ku ew kêşe dikarin bi diyalogê çareser bibin.