Serrûpel Nûçe Bi gefxwarin û înkarê pirsa Kurdî çareser nabe

Bi gefxwarin û înkarê pirsa Kurdî çareser nabe

Belav bike
 Ehmed Turk der barê siyaseta AKP’ê û mijara rakirina destnedana mafên parlementrên BDP’ê çareserkirina pirsa Kurdî de bersiva pirsên bernameya Haberturk TV’yê da. Ehmed Turk diyarkir ku dema wan dest bi meşa têkoşîna azadiyê kir her tişt danîn ber çavê xwe û pêdivî nake gef li wan bêne xwarin, Hikûmeta Tirkiyê dikare mafê destnedana parlementeran rake, berî niha jî rakirin û em kirin zîndanan. Turk her weha got jî ku gefxwarin û înakrkirin pirsa Kurdî çareser nake û biratiya gelan jî çênabe, ji ber ku em baş dizanin êdî siyaseta înkarê bê wate û bê encam e. Her weha got jî ku eger Tirkiyê siyaseteke rast pêkbîne û Kurdan hembêz bike, Tirkiyê li Rojhilata Navîn dê bibe dewleta herî bi hêz.

 

Avestakurd