Serrûpel Nûçe Hejmara leşkerên ku xwe dikujin yên di şer de dimirin zêdetir e

Hejmara leşkerên ku xwe dikujin yên di şer de dimirin zêdetir e

Belav bike

Serokê Komisyona Lêhûrbûna Mafê Mirovan a Meclîsê Ayhan Sefer Ustun, diyar kiriye ku, di nav 10 salên dawiyê de, hejmara leşkerên artêşa Tirkiyê yên ku xwe dikujin, ji hejmara leşkerên ku di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin zêdetir e. Ji ber muamela xerab, di nav 2 sal û nîvan de 175 leşkera xwe kuştine. Di nav 10 salên dawiyê de jî hejmara leşkerên ku xwe kuştine 934 in. Li gorî vê îstatîstîkê, di nav 2 sal û nîvan de hejmara leşkerên ku di şer de jiyana xwe wenda kirine 233 ye. Di nav 10 salan de jî hejmara leşkerên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane 818 in.
Serokê komisyonê Ustun diyar dike ku, li bajarên rojavayê Tirkiyê hejmara leşkerên ku xwe dikujin zêdetir e. Herî zêde li bajarên wek Stenbol, Enqere, Îzmir û Qibrisê rasta xwe kuştina leşkeran tên.