Serrûpel Nûçe “Jinên penaber difiroşin Erebên dewlemend“

“Jinên penaber difiroşin Erebên dewlemend“

Belav bike

Ji aliyê rojnameya Îtalya a herî cidî Corriere Della Sera ve hat îdiakirin ku, li kampên penaberan jinên Suriyeyî difiroşine Erebên dewlemend yên welatên kendavê. Li gorî îdiayê, jin ji aliyê peywirdarên dildar yên ku li kampan alîkariya mirovî bicîh tînin ve têne firotin.  
Li gorî nûçeya Corriere Della Sera, jinên ku hîn reşîd nebûne bi bihayê 1000 û 2000 euro, jinên bî jî heta 4 hezar û 500 euroyî tên firotin. Firotin bi taybet li ser sînorê Urdinê pêk tê. Rojname, nûçeya xwe dispêre damezrînera Saziya Mafê Mirovan a bi navê “Bridge to Freedom Foundation” ya Amerîkî Cassandra Cliffordê.
Nûnerê kampa Zaatarî a li Urdinê Ziyad Hamad jî daxuyaniyên ku vê îdiayê piştrast dike dane. Hamad diyar dike ku “ev pere ji bo kesên ku nên nabînin siûdek e. Dike bi vê biçin welatekî din û wek axayan bijîn. Pirr caran jin bi xwe serî li me didin û dibêjin ‘me jî bifiroşine Erebên dewlemend’. Ji bo ku jiyana wan tê guhertin naxwazin firsendeke bi vî rengî birevînin.”