Serrûpel Nûçe Îro ji bo gelê Filistînê rojeke girîng e

Îro ji bo gelê Filistînê rojeke girîng e

Belav bike
 Piştî 50 salan ji bendemanê, îro çavê gelê Filistînê li civîna îro ye. Dê di vê civînê de 193 dewlet dengê xwe bi kar bînin. Ger hat û piraniya deng ji bo Filistînê gotin erê, wê demê Filistîn jî dibe xwedî ‘saziya çavdêran’ û ya herî girîng jî ev tê vê wateyê ku Filistînê ji bo dewletbûnê pêngaveke girîng avêt. Lê, welatên weke Emerîka, Kanada, Holenda li dijî daxwaza Filistînê ne. Ji aliyekî din ve, Berdevkê Wezarata Karê Derve yê Filistînê Lior Ben Dor der barê mijarê de daxuyanî da BBC’yê û got “Eger daxwaza Filistînê hate qebûlkirin emê peymana sala 1993’an a Oslo ku  danesînê bi avakirina rêveberiya Filistînê dike bin pêbikin.”

 

Avestakurd