Di pêşengiya Emeritus Desmond Tutu de, ku him berê parêzeriya rêberê efsanewî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela kiriye û him jî xwediyê Xelata Aşîtiyê a Nobelê ye, ji bo ku li Tirkiyê pirsgirêka Kurd bi diyalogê bê çareserkirin, “Însiyatîfa Aşîtiyê a Navneteweyî (IPI)” hate sazkirin.
Însiyatîf, bona ku ji nû ve diyalog destpê bikin, di qada navneteweyî de wê xebatan bimeşîne. IPI, 3ê Berfenbarê li paytexta Belçîka li Brukselê, bi civîneke çapemeniyê dike were îlan kirin. Ligel Destmond Tutu, komek şexsiyetên ku di nav wan de serokên dewlet û hikumetên welatên wek Amerîka, Ewrupa, Asya, Tîmora Rojhilat û Tîbetê jî hene, ji bo ku di navbera dewleta Tirkiyê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de ji nû ve mizakere bêne destpêkirin, wê bangeke hevpar bidin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê sekreteriya IPI ve hatiye kirin de, armanca însiyatîfê wiha tê diyar kirin “em dixwazin pirsgirêka Kurd bînine rojeva rayagiştiya navneteweyî û ji bo destpêkirina mizakereyan ji banga Destmond Tutu re piştgiriyê bigrin.”