Serrûpel Nûçe “Çendîn pirs hebin jî Kurd ji Îraqê cuda nabin“

“Çendîn pirs hebin jî Kurd ji Îraqê cuda nabin“

Belav bike
 Serokomarê Îraqa Federal Celal Telabanî der barê alozî û qeyrana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navnedî a Bexdayê de bersiva pirsên televîzyona El Erebiyê da. Celal Telabanî li ser mijara Hêza Operasyona Dîcleyê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî rexne kir û got “Damezrandina vê hêzê desthilata Malikî derbas dike, ji ber ku rewşa awarte piştî erêkirina Serokomar û serokwezîr tê ragihandin, min jî erê nekiriye.” Di heman mijarê de Serokomar weha berdewamkir “Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî naxwazê şer raghîne û nikare rabighîne, her weha ev gava wêrekî û bê hesab wê bertekê ji aliyê Kurd ve bê kirin û gengaze bûyereke biçûk bibe sedema pevçûneke nexwezyar.” Serokomarê Îraqê Celal Telabanî behsa kişandina baweriyê ji Malikî kir û diyarkir ku ev yek ne karê Serokomare lê parlemen dikare baweriyê bistîne û bang li perlaman kir ku baweriyê ji Malikî bistîne û got “Vekişandina baweriyê ji Malikî belku karê koma parlemanê ya xwedî hejmara herî zêde ye, ji ber vê yekê daxwaza min ji parlemanê ewe ku baweriyê ji serokwezîr bistîne. Ji ber ku ev yek desthilata koma hevpeymaniyaniştimanî jî ku Malikî ji bo serokwezîriyê hilbijartibû derbas kiriye. Ez dibînim ku parleman ji hevpeymaniya niştimanî bixweze ku serokwezîr biguhêrin.”Her weha Serokomar der barê bihêzkirina Artêşa Îraqê de jî got “Em Îraqekî bihêz dixwazin û tu metirsiya me ji girêbestên hikûmeta Îraqê bo pirçekkirinê tune ye. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  hemahengiyekê û mitmaneyekê  li ser çawayiya bikaranîna van çekan ji hikûmeta Îraqê hêvî dike.” Celal Telabanî teqez li wê yekê jî kir ku Kurd ji Îraqê cuda nabin û weha pêdeçû “Çendîn ew pirs di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de bêne dubare kirin jî, Kurd ji Îraqê cuda nabin.” Û weke sedema necudabûna Kurdan ji Îraqê jî got “Piraniya Kurdan deng dane destûra ku hikûmeta federal ya niha li Îraqê ku li ser hatiye ava kirin dane. Gelê Kurd bi xwesteka xwe rizamendî li ser destûra niha ya Îraqê kiriye, ku piştî rapirsyekê ketiye dengdanê.”

 

Avestakurd