Serrûpel Nûçe “Em ne li dijî Artêşa Azad in”

“Em ne li dijî Artêşa Azad in”

Belav bike

‘’Windabûna Behzad Dursin buyereke tarî ye’’


Derbarê windabûna endamê Polîtburoya El-Partî Behzad Dursun de jî Endamê Komîteya Rêvebir a TEV- DEM-ê û Komêteya Cîbicîkar a Encûmena Gelê Rojavayê  Kurdistanê (EGRK) Aldar Xelîl wiha axifî: ‘’Bi rastî evna diyardeyeke metirsîdar e. Windabûna birêz Behzad Dursin buyereke tarî ye û dibe ku aliyê sêyem jî tê de hebe, ji ber awayê winadbûna wî ne zelale û cihê lê hatiye binçavkirin jî ne diyare.’’

Bas: Çi encamek ji hevdîtinên vê dawiyê yên di navbera  Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gelê Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de derket?

Aldar Xelîl: Me careke din li ser parastina Desteya Bilind a Kurdî (DBK) lihev kir, herwiha derbarê peywendiyên derve, yên bi mixalefetê re û amadebuna di kongre û civînên diyarkirina mafê gelê Kurd de li Rojavayê Kurdistanê biryar da ku divê komîteya peywendiyên derve ya DBK-ê asas bê girtin û nabe ti encumen bi tena serê xwe rêkeftinan îmze bikin. Ger pêwîst kir aliyek bi tena sere xwe di hinek civînan de amade bibe, divê Desteya Bilind a Kurdî vê yekê  pêşwext pesend bike. Herwiha biryar hat dayîn ku bi awayekî bilez ew komîteya leşkerî ku me herdû aliyan li ser lihev kiribû bê ava kirin, daku hêzeke Kurdî were pêkanîn û sîstema parastinê ya Kurdan aktîf bike. Hêzên heyî û aliyên li derveyî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku heta niha rola xwe ya parastinê aktîf nekirine bibin yek û rê bê vekirin ku ciwanên Kurd tevlî bibin.

Bas: Ev hêza Kurdî dê hinek komên çekdar ên ne dibin siya herdu encûmenan de wek Hêza Şehîd Şêx Maşûq û Hêza Mele Mistefa Barzanî jî li xwe bigre ?

Aldar Xelîl: Birastî me ti biryar di vê derbarê de nedan, me li hev kir ku dive komîteya leşkerî van mijaran yekalî bike.

Bas: Hun gihiştin çi biryarekê derbarê hêza pêkhatî ji ciwanên Kurd ên ku ji artêşa Suriyê cûda bûne û li herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî dibînin?

Aldar Xelîl: Birastî me ev mijar gotûbêj nekir.

Bas: Hun wek Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem derbasbûna vê hêzê pesend dikin?

Aldar Xelîl: Ev mijar neketiye rojeva me, ti agahiyên me li ser vê hêzê nînin, em ji ragehandinê hebûna vê hêzê dibihîzin : Em nizanin ev çi,  kî vê hêzê perwerde dike, an jî asta perwerdeya vê hêzê çawa ye. Werhasil, dema bikeve rojevê, dê komîteya leşkerî ya ku dê bê ava kirin û Destya Bilind li ser vê mijarê niqaş bikin û biryarekê li ser bidin.

Bas: Wate haya Desteya Bilind a Kurdî (DBK) ji amadekirina vê hêzê nîne?

Aldar Xelîl: Na  nexêr, haya me jê nine.

Bas: Di vê dema dawî  de diyardeya revandin û girtina çalakvan û siyasetvanan li herêmên Kurdî  gelekî tê behskirin  û guman ji hêzên YPG ên ser bi (EGRK) tê kirin. Herwiha Partiya Demoqrata Kurd li Sûryê (El-Partî) YPG-ê bi binçavkirina endamê Polîtburoya El-Partî Behzad Dursin tohmetbar dike?

Aldar Xelîl: Bi rastî evna diyardeyeke metirsîdar e. Windabûna birêz Behzad Dursin buyereke tarî ye û dibe ku aliyê sêyem jî tê de hebe , ji ber awayê windabûna wî ne zelale û cihê lê hatiye binçavkirin ne diyare. Di vê derbarê de ti agahiyên piştrast nînin,  tenê ew agahiyên ku El-Partî dide. Ma ji aliyê xwe ve ji YPG-ê  û asayîşê pirsyar kir, ti agahî li ba wan nebûn . Me lêpirsînek jî vekir em negihiştin ti encamekê. Tenê ez dikarim piştras bikim  ku ne li cem YPG-ê an jî asayîşê ye.

Bas: Lê Serokê El-Partî  Ebdulhekîm Beşar eşkere kir ku agahiyên piştrastkirî li ba wan hene ku endamê polîtburoya wan Behzad Dursin ji aliyê YPG-ê ve hatiya binçavkirin?

Aldar Xelîl: Me di ragehandinê de xwend ku ew li ba hikûmeta Suriyê û li Şamê ye. Tu agahiyên me derbarê vê mijarê de nînin. Em hêvî dikin bi xêr û  silamet vegere nav xelkê xwe û bê berdan, wê demê jî  em ê ji Ebdulhekîm Beşar û partiya wî daxwaz bikin  ku lêborînê  ji Encumena me û YPG-ê bixwaze. Bi rastî tohmetbarkirina aliyên din  bi vî aweyê bê ti ispatek karekî ne rast e.

Bas: ENKS di daxwiyaniya xwe ya dawî de çareseriya pirsa Kurdî li Sûriyê di dewleteke Federal û hevgirtî de dibîne, EGRK jî çareseriyê di xweseriya demokratîk de dibîne, gelo Desteya Bilind dê bi çi porojeyeke çareseriyê  danûstandinan bike?

Aldar Xelîl: Xweseriya demokratîk ligel federaliyetê ne nakok e. Di vê federaliya ku dê bê avakirin de, dîsan têkoşîna xweseriya demokratîk ku civak xwe birêve bibe dê berdewam be. Ev çareseriya tê behskirin ji bo ku em karibin bi Ereban û mixalefetê bidin qebûlkirin, di nava wê de dê xweseriya demokratîk şêwazê rêvebirina civakê be. Em ê bi projeya Federaliya Demokratîk beşdarî gotûbêjan bibin.

Bas: Hun çawa berê xwe didin wê pêngava hatina Artêşa Azad a Sûriyê bo Serêkaniyê?

Aldar Xelîl: Di serî de, ew grubên ku hatin Serêkaniyê ne Artêşa Azad e. Artêşa Azad ji kesên ku qebûl nekirne xwepêşanderên sivîl bikujin û ji  artêşa rijîma Sûriyê cuda bûne pêk tê, herwiha gelek grubên çekdar   yên girêdayî Turkiyê, selefiyan, rêxistina El-Qa’îde û hinek aliyên din jî navê Artêşa Azad bikaranin bo pêkanîna armancên xwe. Ev êrîşên ku vê dawiyê pêk hatin ji aliyên wan gruban ve hatin kirin ku fermanê ji Tirkiyê werdigrin û Tirk wan birêve dibin.  Armanc jî ew e ku zerarê bighînin herêmên Kurdan û destkeftên wan.

Bas: Têkiliyên we ligel Artêşa Azad çawa ne û di çi astekî de ne?

Aldar Xelîl: Em ne li dijî Artêşa Azad in, têkiliyên me li gel wan baş in, heta niha tu şer di nav bera me û Artêşa Azad de derneketiye. Artêşa Azad jî ragehand ku ew komên êrîşî Serêkaniyê kirine ne girêdayî wan e. Nêzîkbûna me ya şoreşê ji ya Artêşa Azad cuda ye, em bi çalakiyên Aştiyane re ne, me bi du rengan zilm ji rêjîmê dîtiye, yekem nebûna demokrasiyê û ya din jî rêjîmê mafê Kurdan binpê kiriye.

Bas: Gelekî behsa mesela derketina şerekî Kurdî- Erebî tê kirin gelo we çi tedbîr wergirtine?

Aldar Xelîl: Ev meseleyeke hestyar û girîng e, serkeftin di şoreşê de ne tenê kontrolkirna bajaran ne lê serkeftin ew e ku ti bikaribe gelên herêmê Ereb, Kurd, Xirîstiyan û htd.. bighîne hev daku bikaribin bi hev re û aştiyane bijîn. Divê hemû alî li Sûriyê bigihin mafên xwe, em ji xeynî mafên xwe yên rewa daxwaza tiştekî din nakin. Ji bo rêgirtina derketina şerê naxwe divê diyalog berdewam be, herwiha divê birayên me yên Ereb xwe ji planên rêjîmê dûr bigirin.

Bas: We berî niha ragehand ku hinek bajarên Kurdî wek Amûdê, Eferînê, Kobanî û Dêrikê azad kirine, lê ligel Şerê Serêkaniyê we dubare ragehand ku bajarê Dêrikê azad kir, gelo evna ne tevlîheviyeke? 

Aldar Xelîl: Dema rizgarkirina bajarê Dêrikê navendeke leşkerî li nêzîkê sînor bicih mabû, me di pêvajoya rizgarkirinê de hinek rêveberî azad kiribûn lê bi tevahî bajar azad nekirbû. Vê dawiyê me bi tevahî azad kir, rêjîm pir lawaz bûye lewra naxwaze raste-rast bi Kurdan re şer bike û em jî fêdê ji vê rewşê dibînin.

Hevpeyvîn: Rodî Hesen / BAS-news