Li ser ekranên TRT1’ê, di rêzefîlma bi navê “Salên Heştêyî- Seksenler” de, qedexeya zimanê Kurdî bi awakî pêkenokî hate ser ekranan. Di rêzefîlmê de stranbêjek ji ber ku bi Kurdî, di dawetekê de stranek stiriye, wî digrin û dibine qereqolê. Komîser ji stranbêj dipirse, “te çima bi Kurdî stran distira?” Ew jî dibêje, “çimkî stran bi Kurdî bû.” Komîser, “ma tu nizanî ku Kurdî qedexe ye?”, stranbêj, “na welle min nizanibû.”
Rastiyeke gelê Kurd bi awakî trajîkomîk li ber çavan tê raxistin.