Serrûpel Nûçe “Xweseriyê gotûbêj bikin“

“Xweseriyê gotûbêj bikin“

Belav bike

Ji aliyê ekîbekî pispor yê Koma Qeyranê a Navneteweyî (ICG) ve, raporeke ku hin pêşniyaran, di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de pêşkeşî dewleta Tirkiyê dike hate amadekirin. Rapor, pêşniyar dike ku, di warê ziman bikaranînê, rêvebiriya herêmî, nasname û temsîliyeta siyasetê de mafên wekhev bidine Kurdan.
Dîsa di raporê de cîh digre ku, ji ber şîdeta di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de, ji Hezîrana 2011 an vir ve, herî kêm 870 mirovan jiyana xwe ji dest dane û ev jî, ji salên 1990 an vir ve asta herî bilind e.
Rapora ICGê, li dibistanan dersa bijarte a Kurdî bes nabîne û bang li hikumetê dike ku gavên hîn girîng bavêje. Wiha tê gotin, “hejmareke Kurdan a pirr mezin tenê, ne bi zimanê zikmakî perwerdehiyê, wana mafên siyasî jî dixwazin. Divê xweserî bê gotûbêjkirin û di zagon û makezagonan de xalên cudaxwaz  bên rakirin.”