Mesrûr Barzanî der barê rewşa dawî ya di navbera Kurdistanê û Îraqê de li ser rûpela xwe a facebookê kurtepeyamek da û got “Ez şanazî dikim ku Kurdim û Kurdistanî me, dema ku dibînim hemû bi hevre bi yek dest û xwedî yek helwestê ne bê cudahiya hizir û nêrîn, regez û ayîn, deshilat û opozisyon, pîr û gênc , jin û zilam amadene parastina gel û xaka niştîman bikin. Her bijî û serkeftinê bo we dixwazim.
Kesek ji me daxwaze şer nake, lê belê em rê nadin ku hizra dagirkirina Kurdistanê jî were kirin.
Her Payedar be û Avedan Be Kurdistan.”
Avestakurd