Li paytexta Fransa li Parîsê, ji aliyê Komeleya Misilmanên Hevezayend a Fransa ve, ji bo “gay friendly” yanê hevezayendan mizgeft vebû. Mizgeftê, heta ku cîhekî mayînde ji xwe re peyda kiriye, niha dike li rojhilatê Parîsê li perestgeha Budistan xizmetê bide.
Nûçeya mizgefta hevezayenda li Fransa gellekî deng veda. Li Ewrupa gelheya herî qelebelix a misilmanan li Fransa dijî. Damezrîner û serokê Komeleya Misilmanên Hevezayend a Fransa Ludovic Mohamed Zahed, diyar kiriye ku mizgeft, ji ber hewcehiyê hatiye vekirin, çimkî pirraniya misilmanên hevezayend, li mizgeftên din nikarin îbadeta xwe bi cîh bînin.
Li mizgeftê jin û mêr bi hev re wê karibin îbadeta xwe bikin. Jin wê karibin bibine mele û ger bixwazin di dema nimêjê de wê karibin serê xwe negirin.