Serrûpel Nûçe “Ev sedsal dê bibe sedsala Kurdan”

“Ev sedsal dê bibe sedsala Kurdan”

Belav bike

 Demîrtaş li serdana xwe ya li Awustralyayê di bernameyeke taybet a ji bo piştgiriya BDP’ê de axivî. Demîrtaş di axivitina xwe de bal kişand ser mijara rakirina mafê destnedana parlementerên BDP’ê û got “Bila destnedana hemû parlamenteran rabe. Li meclisê 850 fezleke hene, nêzî 750 fezlekeyî der barê me de ne. Em jî dibêjin ku belê werin em destnedanan rabikin, lê ya hemû parlamenteran rabikin. Dema em derkevin pêşberî dadger em dê mijarên ku em têde tên sûcdarkirin dê biparêzin, gelo dê ew jî dikaribin bi parêzin? Gelo dê bêjin belê me dizî kir em dê dîsa bikin.” Her weha berdewamkir û got “Li Rojavayên Kurdistanê Gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Li Başûr dewleta me heye. Li Rojhilat jî înşalah dê di demek nêz de be. Yekitiya me ji her tiştî girîngtir e. Destnedana 9 parlamenterên me rabikin dê çi bibe. Yekitiya Kurdan ji her tiştî girîngtir e. Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan.”

 

Avestakurd