Serrûpel Nûçe Fatoş Guney: “Li ser Yilmaz Guney sansûr heye“

Fatoş Guney: “Li ser Yilmaz Guney sansûr heye“

Belav bike

Weqfa Yilmaz Guney a ku di sala 1992 an de, bi derfetên hevjîna Yilmaz Guney, Fatoş Guney hatibû vekirin, ji ber bêderfetiyê hate girtin. Fatoş Guney tîne ziman ku, li ser Yilmaz Guney hîn jî sansûr heye û her çiqas ew sansûra ne sansureke hiquqîbe jî, di hişên mirovan de Yilmaz Guney hîn jî tê sansûrkirin. Fatoş Guney diyar dike ku, ji bo televizyonan, li pêş weşandina fîlmên Yilmaz Guney ti astengî tine, lê di serî de TRT6, ti televizyon fîlmên Yilmaz Guney naweşînin. Wiha dibêje, “Me dublaja bi Kurdî a fîlmên Yilmaz Guney jî çêkir û serî li TRT Şeşê da. Me ti encam nikaribû
bidestxista. Sala çûyî koordînatorê TRT Şeşê gazî min kir. Ji min re got, ‘hûn di hevpeyvînên xwe de dibêjin astengî heye lê ji bo weşana fîlman ti astengî tine. Emê fîlmên Yilmaz Guney biweşînin.’ Ez bi vê gellekî xweşhal bûm lê ji ser re salek derbas bû, mixabin koordînator li ser soza xwe nesekinî. Îro hîn jî astengiyeke bi vî rengî heye ji bo fîlmên Yilmaz Guney.”
Fatoş Guney dixwaze muzeya Yilmaz Guney veke. Ji bo vê serî li gellek saziyan daye lê heta niha encam negirtiye. Îfade dike ku, “di destê min de gellek eşyayên Yilmaz Guney hene, ez niha wana diparêzim lê ku ez bimrim ew eşyana wê çi bibin? ez di nav vê fikarê de me.”
Hunermendê Kurd yê navdar Yilmaz Guney, di 9ê Îlona 1984 an de li Parîsê çûbû ser dilovaniya xwe.