Sê zarokên ku, li dijî komkujiya Roboskiyê û tecrîda li ser Ocalan tevlî çalakiyên ku hatine lidarxistin bûne, ku ew zarokana li Girtîgeha Pozantiyê rasta tacîz û tecawûzê hatibûn, ji wan re 51 sal cezayê girtîgehê û 215 hezar lîre jî cezayê pereyan hate birîn. Berê jî ev sê zarok, bi doza, “di girtîgehê de rasta tecawuzê hatin”, doza ku li 2.Dadgeha Zarokan a Mêrsînê hatibû dîtin, di rojevê de cîh girtibûn.
Zarokên ku bi hincetên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “zirar dayîna malê kamûyê”, “li dijî polîsan derketin”, “ji zagona meş û çalakiyê re mixalefet” û “madeyên xetere li ser xwe hîştin” hatibûn girtin, dûra hatibûn berdan û niha wana bêgirtî tên darizandin.
Parêzerê zarokan, piştî biryara dadgehê daxuyand ku, ewqas ceza birîn, ne li gorî pîvanên peymana mafên zarokan û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê (DMME) ye.