Di pirtûka xwe a “Anatomiya Şerekî” de, ku ji 550 rûpelî pêk tê, Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan cîh dide îdiayên balkêş. Karayilan diyar dike ku, di operasyona artêşa Tirkiyê a sala 1998 an de, Şemdîn Sakik li cem Fermandarê Artêşa 2. yê ku koordînatoriya operasyonê dikir cîh girtiye.
Di pirtûka Karayilan a “Anatomiya Şerekî” de ev îdia wiha cîh digre: “Di hemû merhaleyên plana ku Tirkan pêk anîbû û disepand, a ji bo belavkirina Eniya Rizgariya Kurdistanê, a sala 1998 an de, faktora Şemdîn Sakikê ku bi nasnav Zekî tê zanîn, rista xwe lîst. Heta li gorî hin agahiyan di hin operasyonan de cîh jî girt. Li gorî hin agahiyên şênber, di operasyona 11ê Avrêla 1998 an de, li cem koordînatorê operasyonê yê Fermandarê Artêşa 2. cîh girt. Hemû
agahiyên me dane wan.”
Karayilan dinivîse ku, “malîyeta salekê a gerîlayekî a çek, cilûberg, cebirxane, pêlav, xwarin û perwerdehiyê, derdorê 600 û 700 dolarî ye. Kesekî ku di nav civakê de dijî, bi vî pereyî nikare debara xwe bike.”