Serrûpel Nûçe Serokwezîr pêşwaziya sefîrê Amerîka kir

Serokwezîr pêşwaziya sefîrê Amerîka kir

Belav bike
 Di destpêka hevdîtinê de sefîrê Amerîka li Iraqê Stephen Beecroft kêfxweşiya xwe ji bo serdana Kurdistanê û hevdîtina ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî anî ziman.

Piştre her du alî li ser rewşa herêmên şer li ser û pirsgirêka di navbera Kurdistanê û Îraqê de hate rawestandin.

Barzanî diyar kir ku herêma Kurdistanê amade ye pirsgirêkan bi riya diyalogê û li gora makanîzma destûrê çareser bike

Nêçîrvan Barzanî got seroktiya siyasî ya herêma Kurdistanê ji bo diyalogê û çareserkirina aloziyên bi Iraqê re amade ye.

Bazanî got ji bo vê yekê jî hefteya borî şandek ji bo hikûmeta Kurdistanê ji bo Bexdayê hate şandin, lê belê serokwezîrê Iraqê hemû xalên ku li ser li hev kiribûn red kirin, ji ber vê yekê jî hemû hevdîtin rawestiyan.

Barzanî got ew tu carî qebûl nakin ku herêmên bi aloz (Kerkûk…) tenê ji aliyê Iraê ve were birêvebirin.

Ji aliyê xwe sefîrê Amerîka destxweşiya helwesta siyasî ya seroktiya Kurdistanê kir ku ji bo diyalogê hewlên cidî nîşanda.

Sefîr Stephen Beecroft got Amerêka ligel wê yekê ye ku pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi riya diyalogê çareser bibe.

Di dawiya hevdîtinê de li ser pirsa neft hate rawestandin.

Serokwezîrê Kurdistanê bal kişande ser pirsgirêkên ku hikûmeta Iraqê ji bo şîrketên neftê derdixîne û got ku hikûmeta Kurdistanê li gora destûrê nêzîkî dosyaya neftê dibe.

AVESTA KURD