Serrûpel Nûçe “Tirkiyê ji pirsa Kurdî a li Sûriyê bi tirse“

“Tirkiyê ji pirsa Kurdî a li Sûriyê bi tirse“

Belav bike
 Wezîra Karê Derve a Emerîka ya berê Condoleezza Rice di gotareke xwe ya di rojnameya Waşînton Post de hatî belavkirin, li ser nêzîkbûna Emerîka ji Rojhilata Navîn û aloziya li Sûriyê re disekine. Condoleezza Rice di beşeke gotara xwe de balê dikişîne ser tirsa Tirkiyê ji pirsa Kurdî a li Sûriyê û dibêje “Heta niha jî Enqereyê ji daxwazên Kurdan yên netewî û cudaxwaziyê bi gumane. Tirkiyê ji pirsa Kurdî a li Sûriyê bi tirse ku bandore xwe li pirsa Kurdî a li nava wê de jî bike.” Her weha di berdewamiyê de dibêje “Hemû welatên Rojhilata Navîn yên bingehîn ji nû ve hatine avakirin, lê di encam de welatên tije kêşe û alozî avabûne.” Hêjayî gotinê ye, ji dema aloziya Sûriyê destpêkirî ve, dewleta Tirkiyê di ketiye nava hemû hewldanan ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê negihin mafên xwe. Nimûneya herî dawî bûyera Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê bû ku çawa hinek komên çekdar ji sînorê wê derbasî Serêkaniyê bûn û paşê hêzên Tirkiyê bi top û guleyên hawanan êrîşî Serêkaniyê kirin.

 

Avestakurd