Dîmenên bombebarandina Serêkaniya Başûr a ku ji aliyê balefirên şer yên rejîma Esed ve îro pêk hat, di çapemeniyê de cîh girtin. Balefirên şer yên artêşa Suriyê, vê sibê du cara bombe bera Serêkaniyê dan. Herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gellek welatî jî brîndar bûn. Kesên brîndar bi ambulansa birine nexweşxaneya Serêkaniya Bakur. Gelê Serêkaniya Başûr ji ber bombebarandinê li ser sînor koma hev bûn.