Serrûpel Nûçe “Nûrî El Malikî hemû deriyên diyalogê girtin“

“Nûrî El Malikî hemû deriyên diyalogê girtin“

Belav bike
 Her weha Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Mûeyîd Teyîb di berdewamiya axivitina xwe ya ji rojnameya Şerq El Ewset re kirî, got “Sînorê ku Nûrî El Malikî behskirî û  bi sînorê 4/9 nav kirî ji aliyê me ve, em bi temamî red dikin. Û ez wî dilxweş dikim ku ew Kurdekî nabîne, ne niha ne li pêşerojê de ku vî sînorî qebûl bike.” Mûeyîd Teyîb berdewam kir û got “Nûrî El Malikî rastiya dîrok û erdnîgeriyê berûvajî kir, û înkar kir navin bi navê herêmên veqetiyayî hene, lê ew bi xwe di destûrê de hatiye bicihkirin ku piraniya gelê Îraqê deng dayê.” Her weha Teyîb diyarkir ku ‘Tiştên di kongreya çapemeniyê de hatine gotin qet nayê qebûlkirin di sîstemeke democrat de.’ Der barê mijara Serokomarê Îraqê Celal Telabanî de jî ku Malikî gotibû ‘hevpeymaniya şîîa Telabanî kire serokomar’ Teyîb got “Ev yek neraste, ji ber ku peymanên siyasî hebûn li ser belavkirina kursiyan. Û malikî ji bîr dike ku Serokomar Telabanî ye, wî mafê avakirina Hikûmetê dayê.” Û di berdewamiyê de got “Helwesta bêalî ya Serokomar Malikî ditirsîne, ew dixwaze ku Telabanî ser li ser her karê wî erê bike, lê ev yek li cem Serokomar Telabanî nîne û qebûl nake, ji ber ku ew Serokomare û ew parêzvanê destûrê ye, û jê tê xwestin her derketine ji destûrê rast bike lewre ji berpirsiyartiya wî ye û nikare çavê xwe ji tevgera Malikî ya derveyî destûrê re bigire.”

 

Avestakurd