Serrûpel Nûçe Em rê nadin karesatên berê li Îraqê dubare bibin

Em rê nadin karesatên berê li Îraqê dubare bibin

Belav bike

 Duhî (3/12/2012) bi amadebûna Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî konfrensa neft û gazê (ji aliyê wezareta samanên xwezayî  û grupa CWC ) li bajarê Hewlêrê dest bi kar û çalakiyên xwe kir. Serokwezîr di konferansê de axivitinek pêşkêşkir. Di axivitina xwe de Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa rewşa Îraqê, Herêma Kurdistanê û bi taybet li ser mijara pêşketina nefta Kurdistanê û Herêma Kurdistanê kir. Her weha Serokwezîr teqez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze rol di guhartina sîstema şaş ya neftê a berê de bilîze û rê nedin karesatên berê li Îraqê dubare bibin û got “Di dîroka hevçerxa Îraqê de, bi taybetî di Îraqa serdema dîkatatoriyê de, samanên xwezayî û dahatiyê neftê bo kirîna çek û cebilxane û qirkirina hemwelatiyên Îraqê û êrîşkirina ser welatên cîran dihate bikaranîn. Îro hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze, di guhertina wê sîstema şaş de rol bilîzs e. Me biryar daye rê nedîn ku, ew karesatên berê li Îraqê bi ser îraqiyan da hetine careke din dubare bibin.” Ji aliyekî din ve Serokwezîr diyarkir ku Bexda dixwaze bi berdewam pirsa budçe û neftê weke kartekî fişarê li dijî Herêma Kurdistanê bikar bîne. Her weha got jî “Em li hember paşeroja herêma Kurdistanê bo binyatdanan herêmeke aşitîxwaz, xweşjiyanî û aboriyeke geş geşbîn in.”

 

Avestakurd