Li paytexta Suriyê li Şamê, li dijî dibistanekê êrîşeke wek komkujiyê pêk hat. Li gorî ragihandina ajansa dewleta Suriyê a fermî SANA, roketeke ku ji aliyê mixalifan ve hatiye avêtin îsabeta dibistanekê kiriye. Di encama bûyerê de 28 zarokên xwendekar yên dibistanê jiyana xwe wenda kirine. Dîsa di heman êrîşê de mamosteyekî dibistanê jî jiyana xwe ji dest daye.
Dibistana ku îsabet xwariye, li kampa penaberan a bi navê Vafidan bûye. Li kampa penaberan Vafidanê 25 hezar penaber dimînin.