Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, bona ku beşdarî Konferansa Neft û Gazê bibe û di konferansê de biaxife xwest biçe Hewlêrê lê, Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî, qada ezmanî a Iraqê ji balefira Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz re girt û rê neda ku biçe Hewlêrê.
Balefira Taner Yildiz li balefirgehê qasî seetekê dipê lê destûr dernakeve. Balyozê Bexdayê yê Tirkiyê Yunus Demirel peyamekê ji Enqereyê re dişîne û diyar dike ku, balefira we dibe ku li hewa vegere. Dîsa jî balefir bi hewa dikeve lê li hewa jî destûr nayê girtin û wezîrê Tirk mecbûr vedigere û diçe bajarê Kayseriyê.