Serrûpel Nûçe Nameya Napolyon bi 187 hezar Euro firotin

Nameya Napolyon bi 187 hezar Euro firotin

Belav bike

Li paytexta Fransa li Parîsê, ji aliyê muzeyeke ku li ser name û destnivîsan pispor e, nameyeke Împaratorê Fransiz Napolyon Bonaparte, bi bihayekî deh qatî hate firotin. Nameya ku 200 sal berê Napolyon nivîsandibû, tam bi 187 hezar û 500 Euro hate firotin. Dihat texmîn kirin ku ew nameya Napolyon, di navbera 10 û 15  hezar Euroyî de bê firotin.
Împarator Napolyon Bonaparte, di nameya xwe de wiha nivîsiye: “Ez ê Kremlînê di 22’yê mehê, seet 03 an de bifirînime hewa.”
Ew nameya Napolyon di 20ê Cotmeha 1812 an de, bi îmzeya “Nap” û bişîfre hatiye nivîsandin. Name wê wextê, ji Wezîrê Karên Derve yê ku li Parîsê bûye Hugues-Bernard Maret re hatiye şandin. Napolyon di nameya xwe de, tengezariyên ku di sefera Rusya de jiyane jî tîne ziman.