Serrûpel Nûçe Dadgehê xweparastina bi Kurdî red kir

Dadgehê xweparastina bi Kurdî red kir

Belav bike

Her çiqas di meha borî de zagona ku rê ji xweparastina bi Kurdî re vedike derket jî, li dadgehan sepandin pêk nayê. Di soza 43 xwendekarên tipê, a ku îro li Enqerê, li 12.Dadgeha Cezayê Gran destpêkir de, daxwaziya xwendekarên tên darizandin a xweparastina bi Kurdî, ji aliyê heyeta dadgehê ve nehat qebûlkirin. 
Li gorî zagona ku piştî çalakiya greva birçîbûnê a 68 rojan dewam kir, hate derxistin, biryara xweparastina bi zimanê zikmakî, ji însiyatîfa serokê dadgehê re berdane. Serokê dadgehê, daxwaza xwendekarên bi navê Ahmed Demirel, Recep Kar, Mehmet Aydin, Mustafa Akin û Mustafa Karataş a bi Kurdî xweparastinê, bi hinceta “hûn tirkî baş dizanin” red kir. 
Li ser biryara dadgehê, parêzerê xwendekaran Ozturk Turkdogan bertek nîşana helwesta dadgehê da û got, “peymana Lozanê û xebatên ku li meclîsê hatin kirin diyar in. Tirkiye bi israr zagonan nasepîne.”
Xwendekar, bi endamtiya Komîteya Tenduristiya Gel a KCKê tên sûcdarkirin.  
Gellek kesên naskirî û parlementer jî tevlî rûniştina doza 43 xwendekarên tipê bûn.