Serrûpel Nûçe “Di 2019 rojane 2 mîlyon bermîl neft”

“Di 2019 rojane 2 mîlyon bermîl neft”

Belav bike

Di konferansê de serokwezîrê Kurdistanê amade bû û axaftinek pêşkêş kir.

Her wiha gelek  kompanyayên petrol û gazê yên cîhanê beşdar bûn.

Di axaftina xwe de serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku neft û gaza Kurdistanê riya xwe ji bo bazirganiya cîhanê vekir.

Barzanî got ku ew bi pêşeroja Kurdistanê geşbîn e.

Barzanî wiha got, herêma Kurdistanê bi şêweyekî jîrane û yasayî çavkaniyên sirûştî bi kar tîne.

Barzanî got yedega gaza sirûştî li herêma Kurdistanê: 45 mîlyar bermîl petrol û 3 tirliyon metr e sêca gaz e, ev jî cihê wê yê girîn li cîhanê destnîşan dike.

Serokwezîrê Kurdistanê spasiya wan şîrketan kir ku li Kurdistanê dest bi kar kirine.

Barzanî got hebûna wan li şîrketên petrol û gazê li Kurdistanê tê wê wateyê ku hemû girêbestên petrolê yên Kurdistanê hemû yasayî ne.

Serokwezîr got ew plan dikin ku di sala bê de 250 hezar bermîl neft bişînin derve, bi vî awahî ew 8 mîlyar dolar ji bo Iraqê garantî dike.

Barzanî got her wiha plana wan ewe ku di sala 2015 1 mîlyon bermîl, di 2019 de jî rojane bibe 2 mîlyon bermîl.