Li Parlemena Ewrupa a li paytexta Belçîka Brukselê, 9. Konferansa Kurd îro (05.12.2012) piştî nîvro destpêkir. Ji Tirkiye û gellek welatan rojnamevan, siyasetmedar, nivîskar û şexsiyetên naskirî beşdarî konferansê bûn. Di nav kesên ku tevlî konferansê bûn de; Parlementera Serbixwe a Amedê Leyla Zana, Hevseroka KCDê Aysel Tugluk, rojnamevan Cengîz Çandar, rojnamevan Nuray Mert, Parlementera berê a PE’yê Feleknas Uca, Serokê PYDê Salih Muslîm, Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Zubeyîr Aydar jî hebûn.
Parlementer Leyla Zana, di konferansê de axifî û bang li Yekîtiya Ewrupa (YE) kir ku li hemberî Kurdan helwesta xwe zelal bike.
Xelatgirê Nobela Aşîtiyê û parêzerê rêberê efsanewî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela, Destmond Tutu, ji konferansê re peyamek şand û di peyama xwe de anî ziman ku ji nû ve mizakere bên destpêkirin.
Peyamek jî ji bo konferansa Kurd, ji hikumeta Awustralya hat. Hikumeta Awustralya di peyama xwe de bang li dewleta Tirkiyê kir ku, bi Ocalan re dest bi diyalogê bike û pirsgirêka Kurd bi mizakereyan çareser bike.
9.Konferansa Kurd ali PE’yê wê sibe jî dewam bike.