Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Guido Westerwelle der barê civîna Wezîrên Karê Derve yên NATO’yê de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyarkir ku NATO’yê ji bo bicihkirina fûzeyan li ser sînorê Tirkiyê erê kir. Hêjayî gotinê ye, çendîn cara dewleta Îranê nerazîbûna xwe li beramber bicihkirina vê pergala fûzeyê ragihandibû û ji Tirkiyê xwestibû gavê paşde biavêje û Îranê gotibû ku ev yek dê bibe egera şerekî herêmî.
Avestakurd