Serrûpel Nûçe Bîrand: Bila Ocalan tevlî siyasetê bibe

Bîrand: Bila Ocalan tevlî siyasetê bibe

Belav bike
 Bîrand di berdewamiya axivitina xwe a di kanala Samanyolu Haber de got ku rakirina mafê destnedana 9 parlementerên BDP’ê dê rê li ber xerabiyên mezintir veke, ji ber vê ez li dijî van hewldanên Hikûmeta Tirkiyê me. Bîrand weha pêdeçû “Li cîhanê gelek t;koşînên bi vî awayî hatin meşandin lê di dawiyê de bi rêka diyalogê aliyan lihevkirine û li gor gumanên min eger rojekê çekdanana PKK`ê ji bo çareserkirina pirsa Kurd bê kirin û lêborîneke giştî ji bo PKK`iyan derkeve, pştire Ocalan jî dê azad bibe û beşdarî karên siyasetê bibe, belkî demek dirêj bikşîne lê di dawiyê de pirsa Kurd dê bê çareserkirin û kiryarên terorê jî dê nemînin.”

 

Avestakurd