Li paytexta Belçîka li Brukselê, di roja duyem a 9.Konferansa Kurd a li Parlemena Ewrupa (PE) de, Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de axaftinek kir. Demîrtaş, di axaftina xwe de diyar kir ku, aliyê Kurd îro deklere kirine ku ji bo mizakereyan amade ne, lê pêwiste hikumet bê îknakirin.
Demîrtaş, ”ji bo mizakereyan divê mercên her du aliyan wekhev bin. Bi vê ez dixwazim vê bînime ziman, ez nabêjim ku bila Tayyip Erdogan têkine Îmraliyê, pêwiste Ocalan ji Îmraliyê were derxistin. Mercên her du aliyan ancax bi vî awayî wê wekhev bin. Ku hûn ji bo aliyekî aktorê herî girîng li Îmraliyê girtî bihêlin, hûn nikarin ji mizakereyan encamê bigrin.” Demîrtaş, îfade kir ku hikumeta AKPê ji mizakereyan direve. Sedema vê jî ev e ; ger hikumet bi aliyê Kurd û PKKê re dest bi mizakereyan bike, ew ê were wê wateyê ku, Kurdan wek gelekî qebûl dike. Ji ber ku hikumet vê naxwaze ji mizakereyan direve.