Ji bo 3 parlementerên girtî yên BDPê; Selma Irmak, Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim fezleke hate amadekirin ku destnedayîniya wan bê rakirin.
Daraza Tirkiyê biryar daye ku destnedayîniya wan heye û bê rakirin, lê balkêş e, ku destnedayîniya wan hebûya pêwistbû ne di girtîgehê de bûna. Li cîhê ku destnedayînî hebe çawa girtî dibe?
Destnedayîniya parlementeran, bi ev hincetana tê xwestin kû bê rakirin:
Parlementera Mêrdînê Gulser Yildirim, li girtîghê ji Gerînendeya Girtîgeha Mêrdînê re daxwaznameyek nivîsiye û gotiye, “ji bo aşîtiyeke mayînde mixatabê yekanê û hêza herî xurt birêz Ocalan e. Heta birêz Ocalan azad nebe ez ê dest bi greva birçbûnê a bêdem û bêdor bikim.” Ji bo vê fezleke amadekirin û îdiakirin ku Gulseren Yildirimê bi vê daxuyaniyê “propagandaya rêxistinê” kiriye.
Parlementera Şirnexê Selma Irmak jî di axaftineke xwe de gotiye, “têgeha yek al, yek welat, yek milet û yek ziman em anîne hemberî hev. Li şûna siyaseta yekiyê pêwiste felsefeya pirritî bê sepandin.” Bi vê daxuyaniya Selma Irmak, îdia ev e ku “gel teşwîka kîn û nefretê” kiriye.