Serrûpel Nûçe Adil Îmam: Ez kêfxweş im ku li Kurdistanê me

Adil Îmam: Ez kêfxweş im ku li Kurdistanê me

Belav bike

Di civîna çapemeniyê de ku Konsolê Misirê yê li Hewlêrê jî amade bû, Adil Îmam got: ‘’Ez kêfxweş im ku li axa Kurdistanê mêvan im û şanazî bi wê yekê dikim ku kêfa gelê Kurd ji hunera min re tê. Hêvîdar im berpirs gelekî girîngiyê bi huner bidin, ji ber huner rewşenbîriya neteweyan e û modernîzmê pêşan dide.’’

Komedyenê navdar ê Ereb wiha axifî: ‘’Di fîmê min ê dawî de piraniya netewe, mezheb û olan beşdar bûn ji wan Kurd, evna jî nîşan dide ku di huner de cudahî di navbera mirovan de nayê kirin, ger derfet hebe amade me li Kurdistan û İraqê şanogeriyekê pêşkêş bikim.’’

Derbarê hunera Kurdî de jî bi taybetî sînema û şano, Adil Îmam got: ‘’Mixabin tu agahiyên min derheqê sînema û şanoya Kurdî de nînin, derfet çênebûye haya min jê hebe, lê daxwaz dikim ku gelekî girîngiyê bi wî warî bidin, bi taybetî bi rêya xwendingehan, ji ber baştirîn rê bo pêgehandina mirovan di warê huner, rewşenbîrî û werzişî de xwendingeh in.’’

Îmam da zanîn ku gelî baş Kurdan nas dike, dizane pirsgirêk û daxwazên wan çine û wiha pêde çû: ‘’Hêvîdar im bigihin hêvî û daxwazên xwe, li welatê min jî Kurd hene û ez baş wan nasdikim û navbera me xweş e.’’

Derheqê rewşa Misir û çarenivîsa huner de li wî welatî, Adil Îmam wiha axifî: ‘’Rewş her çawa be li Misrê huner slametiye û kes nikare destkarî bike, huner bi rêya fîlm, şanogerî û rêzefîlman herdem mixalefet bûye û daxwaza mafê xelkê û nemana newekheviyê kiriye. Ligel wan jî ez li Misrê ligel şoreşa ciwanan im, rewş her çibe ez dê her li Misrê bimînim û bicîh nahêlim.’’ Basnews