Serrûpel Nûçe Li kampa Penaberên Kurdên Rojava çi dibe?

Li kampa Penaberên Kurdên Rojava çi dibe?

Belav bike
 Ev dokment bû egera wê yekê ku li roja duyê a Dîdara Medyakarên Başûr-Rojava de deriyê gotûbêjên germ, rexneyên tund veke û heta hêj di roja yekê de daxwaz ji parlementerên parlemena Kurdistanê ku li wir amadebûn hate kirin ku der barê rewşa kapma Domîz de lêpirsîn ji aliyê parlemana Kurdistanê ve bê kirin. Malpera Avestakurd ku li wir amadebû, ji nêzîk û di nava wê germahiya rexnan, gazind û rastiyan de mijar ji nêzîk ve  şopand. Di rûniştina roja duyê (6/12/2012) a Dîdara Medyakarên Başûr-Rojava de li danê piştî nîvro rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberan a Parêzgeha Duhokê Mihemed Ebdula Hemo amadebû û der barê filmê Dokment yê li ser rewşa kampa Domîz hatî pêşkêşkirin (li roja yekê) nerazîbûna xwe anî ziman û got “ev dokment ji rastiya rewşa kampê dûre û emê der mafê derhênerê Dokmenterî de li dadgehê doz vekin û deriyê kampê li pêşiya hemû medyayê vekiriye.” Piştî axivitina Mihemed Ebdula Hemo, piraniya medyakaran nerazîbûna xwe li dijî axivitina Hemo anî ziman. Hemûyan Hemo tund rexnekirin û gotin ‘ev rastiye, rastiya rewşa penaberên kampê ye.’ Di wê navberê de komeke rojnamevan hatin û ji Hemo re gotin “Berêz, hêj heriya kampa Domîz bi pêlavên me ve ye. Ew dokment pir kêm jî bû, rewşa penaberan dijware, em ligel gelek penaberan axivîn, me bi çavê xwe dît, va belge li ber destê me ne. Bi sedan malbat bê betanî, bê sope, bê tiştin, bê kon in, avê daye bin gelek konan. Divê zûtirîn demê de mudaxeleya vê rewşê bêkirin” Ji aliyekî din ve ji Hemo re gotin ‘bi milyonên dolaran alîkarî ji van penaberan re hatiye, kanîn ev pere, bi kûve çûne?” Li ser filmê dokmenterî ji aliyê xwe ve rêveberê Rêveberiya Ragihandin û Çap û Belavkirinê li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Helgurt Cindiyanî got “Me ev film ne li Başûrê Afrîqiya kişandiye û me tu wêne li cem xwe nexistinê û me deqe bi deqe rastiya vê kampê kişandiye. Û li dema ev dokment hate nîşandan hinek endamên Parlemena Kurdistanê amade bûn û me ji wan re pêniyarkir ku zûtirîn demê de komîteke lêpirsînê  li ser asta bilind bêavakirin  ji bo lêpirsîna rastiya kampê ku hêj rewşa kapma Domîz weke rewşa Kampa Zehterî a li Ûrdûnê lê newê ku çend rewşên mirinê ji sedema sermayê çêbûn.” Hêjayî gotinê ye, rojnamevanan bal kişand ser mijara gendeliyê ku li wir dibe û diyarkirin ku beşeke mezin ji alîkariya ji penaberan re hatî wendaye. 

 

Taybete bo Avestakurd