Serrûpel Nûçe Serokê bajarê Amedê yê AKPê îstifa kir

Serokê bajarê Amedê yê AKPê îstifa kir

Belav bike

Daxuyaniya Serokê bajarê Amedê yê AKPê parêzer Halit Advan, bû sedema îstifa kirina wî. Advan, di daxuyaniyeke ku dabû rojnameyekê de diyar kiribû ku Kurdên oldar êdî dengên xwe didine BDPê. Ev daxuyaniya serokê bajêr, ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû rexnekirin. Erdogan, di civîna serokên bajaran yên AKPê de bertek nîşana serokê bajarê Amedê yê AKPê Halit Advan dabû û gotibû ku, “ez kesekî wisa yê serokê bajêr yê partiya xwe nasnakim.” 
Piştî ew berteka Erdogan, Serokê bajarê Amedê yê AKPê Halit Advan îstifa kir. Îstifa Advan, ji aliyê parlementerê Amedê yê AKPê Galip Ensarîoglu ve jî hate piştrast kirin.  
Piştî îstifaya Advan, Seroka Baskên Jinan a AKPê a Amedê Sibel Yagmur jî îstifa kir.