Serrûpel Nûçe “Esed û malbata xwe reviyan?!“

“Esed û malbata xwe reviyan?!“

Belav bike
 Berî niha jî gelek cara der barê Beşar El Esed de nûçeyên flaş hatin belavkirin ku ji Sûriyê derketiye. Li gor rojnameya El Zaman ya Îraqê ku jêdera nûçeya xwe çavkaniyên herêmî û diplomatic nîşan dide, ragihand ku berî 3’ê rojan (5/12/2012) Esed û malbata xwe û çend rêveberên bilind  li Balefirgeha Şamê a Navnetewî bi 2 balefirên şer ji Sûriyê revîne û nayê zanîn ka çûne kîjan welatî. Berî niha hatibû belavkirin ku Esed daxwaza penaberiyê ji welatên (Kuba, Wenezuela û Ekwador) Başûrê Emerîka kiriye, lê ev nûçe ji aliyê rêveberiya Şamê ve hatibû redkirin. Malpera Debkafile a Îsraîl jî ji aliyê xwe ragihand ku li demeke nêzîk de dê Emerîka, Îngîltere, Franse, Tirkiyê, Ûrdûn û hêzên mûxalif li dijî artêşa rejîmê dest bi operasyonê bikin.

 

Avestakurd