Serrûpel Nûçe “Kurdan deriyê bratiyê girtin“

“Kurdan deriyê bratiyê girtin“

Belav bike

Li Amedê, ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakê a Amedê û Nûnertiya Tirkiyê a Komeleya Heinrich Boll Stiftung ve konferansa bi navê “Têgeh, aktor û pêvajoyên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd” hat lidarxistin. Di konferansê de parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî axifî. Onder, di axaftina xwe de anî ziman ku, Îslamparêz di pirsgirêka Kurd de ti caran nebûne misilman. Onder got, “li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî 3 mîlyon û nîv, li gorî daneyên Goç-Derê jî 4 mîlyon û nîv Kurd, di şevekê de kirine penaber û ajal û wargehên wan hatin talankirin. Pêşiyê pêwiste navê pirsgirêkê lê bikî. Pêwiste bibêjî mesela Kurd û Kurdistanê ye. Belkî Kurd naxwazin bibin Tirkiyeyî. Niha çiqas ku ji Tirkekî re bibêjî bibe Yewnan şaşiye, ji Kurdekî re jî ku tu bibêjî bibe Tirk ewqas şaşiyeke. Bi gotina ‘tu brayê min î’ jî nabe. Kurd mafên xwe yên ku ji zayînê tên dixwazin. Ger hûn misilman in, ku Xwedê çi bexşandiye beniyên xwe, Kurd jî xwedan heman mafan in. Ger hûn laîk in, xala yekem a beyannameya gerdûnî a mafê mirovan bes dike. Kurd jî xwediyê mafên bingeh û wekhev in. Em dibînin ku Îslamparêz di pirsgirêka Kurd de qet nebûne misilman. Me ew helwesta wan, di mijara zimanê zikmakî de dît.”
Onder, di axaftina xwe de şîdeta polîsên Amedê yên li dijî cenazeyên gerîlayan, ku hefta borî polîsan bi ava tezyîk û bombeyên gazê êrîşa cenazeyên gerîla kiribûn, rexne kir û wiha got, “deriyê bratiyê bi komkujiya Roboskiyê ber bi girtinê ve diçû. Bi tacîz û tecawûzên li Girtîgeha Pozantiyê a li dijî zarokan hêvî ji holê hat rakirin. Li hemberî cenazeyên zarokên Kurdan we xwe ranegirt, bi vê Kurdan deriyê bratiyê girtin.”