Serrûpel Nûçe Wêneyên Kampa Penaberên Kurdên Rojava diaxifin

Wêneyên Kampa Penaberên Kurdên Rojava diaxifin

Belav bike

Kamîreya Avestakurd di vê zivîstanê de li nava kampa penaberên Kurdên Rojava li devera Domîz-Duhok geriya. Kolan bi kolan di nava herî û ava baranê de rewşa penaberan ji nêzîk ve şopand. Li dema wêne dihatin kişandin gelek xelkê kampê digot “Em bê gaz in, gelekan hêj sope newergirtiye, avê daye bin konên me. Dengê me bigihînin birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da mudaxeleya vê rewşê bike. Rewşa me xirabe.” Lê li dema me wêne dikişandin û derdê xelkê guhdar dikir ji nişkave Dilşad Luqman Barzanî (li danê sibê-8/12/2012) gihişte Kampa Domîz ligel komeke medya Kurdistanê. Diyarbû bê xeber û ji nişkave hatiye. Dilşad Barzanî kolan bi kolan geriya û ji nêzîk ve rewşa kampê dît. Ji xwe mebesta hatina wî ew bû rewşê ji nêzîk ve bibîne ji ber ku gelek gilî û gazind li ser rewşa kampê hatibûn kirin.

Taybet bo Avestakurd