Serrûpel Nûçe Xwedî li şandeya nivîskarên Rojava derneketin

Xwedî li şandeya nivîskarên Rojava derneketin

Belav bike

Şandeya Nivîskarên Kurdên Rojava (Rojavayê Kurdistanê-Sûriyê) bê ku ji hin aliyan ve bêne pêşwazîkirin bi demjmêran li xala Pişkinînê ya pêşxabûr li bin baranê de man û îro jî (7/12/2012) li xala pişkinînê ya Hewlêrê heman rewş hate dubare kirin.

Li gor jêderekî (Nivîskarekî) pêbawer ku nexwest navê wî bê aşkerekirin taybet ji malpera Avestakurd re ragihand ku “Li roja yekê dema em derbasî xaka Herêma Kurdistanê bûn, li ber xala pişkinînê a pêşxabûr em ji tu aliyan ve nehatin pêşwzîkirin. Bi demjmêran em li wir li bin baranê man û rênedan em derbas bibin. Ji ber sedema baran û sermayê ji şandeyê Midye Mehmûd, Şehnaz Şêxê û çend kesên din nexweş ketin û ew rakirin nexweşxaneya Hawarhatinê ya Duhokê.” Îro jî (7/12/2012) li danê êvarê heman şande Rojava li xala pişkinînê a Hewlêrê hatin sekinandin. Der barê vê rewşê de ji nava şandeyê jêderekî din ê pêbawer bi rêka telephone ji Avestakurd re ragihand û got “Berê me li Silêmaniyê ye, lê em çend demjmêrin li xala pişkinînê a Hewlêrê sekinandin. Kesekî pêşwaziya şandeya me nekir, gelek hevalên me nexweş ketine. Me fêm nekir çi meseleye” Hêjayî gotinê ye, şandeya ku nivîskarên weke Konê Reş, Deham Ebdulfetah, Xalid Cemîl û gelek nivîskar û rojnamevanên Kurdistanê ji bo Dîdara Medyakarên Başûr-Rojava hatibûn vexwendin bo Herêma Kurdistanê.

Taybet bo Avestakurd