Serrûpel Nûçe Di civîna Antalya de kî hebû-çi hate gotin?

Di civîna Antalya de kî hebû-çi hate gotin?

Belav bike

 Di civînê de, Emerîka, Franse, Qeter, Erebîstana Sûidî û xwediyê malê Tirkiyê amadebûn. Di civînê de li dijî çekên giran yên rejîma Esed daxwaza moşekan (fûze) hate kirin. Aliyan pêşiya vê daxwaza Artêşa Azad vekir. Lê ji aliyekî din ve teqez li wê yekê hate kirin ku komên çekdar yên radîkal (El Qayîde) ji nava Artêşa Azad bê paqijkirin. Di civînê de her weha Salîm Îdrîs weke Serfermandarê Giştî yê Artêşa Azad hate hilbijartin û di heman demê de Konseya Bilind a Leşkerî hate ava kirin. Yek ji mijarên herî girîng jî yê vê civînê YPG’ê û komên çekdarên Kurd bû. Di vê mijarê de piraniya dîtinan ew bû ku li bajarên Rojavayê Kurdistanê bi YPG’ê û komên çekdar yên Kurdan re nekvin pevçûnan û lihekirin hebe. Û rê li pêşiya pevçûneke Kurd-Ereb bê girtin. Her weha di civînê de plana amadekirina bidestxistina Şamê hate amadekirin.

 

Avestakurd