Serrûpel Nûçe Malikî di çareserkirina nakokiyan de ne cidî ye

Malikî di çareserkirina nakokiyan de ne cidî ye

Belav bike

  

Mûeyîd Teyîb di daxuyaniyeke ji rojnameya Şerq El Ewset re got “Pêrabûneke din ji aliyê koma Nûrî El Malikî û bi piştgiriya hinek komên din heye da ku para Herêma Kurdistanê ji mîzaniya dewletê kêm bikin.” Teyîb diyarkir “17 ji sedî hate bicihkirin li gor peymana siyasî weke çareserî ta ku serhijmariya niştecihên Îraqê bê kirin, lê dema ku Hikûmeta Îraqê heta niha serhijmariyê red dike ku pêkbîne, divê bi para hatî bicihkirin û li ser hatî lihevkirin nelîze.” Her weha Teyîb di got ku “Zextên ji aliyê Hikûmeta Îraqê di bin Serokatiya Nûrî El Malikî de li dijî Herêma Kurdistanê têne dubare kirin, vê yek destnîşan dike ku guman tê de nîne ku di çareserkirina nakokî û qeyrana siyasî de ne cidî ne.”

 

Avestakurd