Li roja 22’yê Mijdarê Serokomarê Misirê Mihemed Mursî di daxuyaniyekê ragihandibû ku deklarasyona destûrê ya hatî amade kirin piraniya desthilatiya Misirê bi biryara wî ve girêdayî ye. Beramber vê daxuyaniyê gelê Misirê dakete kolanan. Gelê Misirê ji xwepêşandanên xwe yek gav paşde neavêt. Li ser vê yekê, Mursî civînek bi serokên muxalefetê re pêkanî. Piştî bidawî hatina civînê, Selîm El Awa ku kesê herî nêzîkî Mursî tê naskirin derkete pêşberî çapemeniyê û got “Biryara Deklerasyona destûrê hate betalkirin. Dê referandom jî li dema hatî destnîşankirin de çêbibe.”
Avestakurd